PeyamaKurd- Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê, di derbarê wendahiyên artêşa Rusyayê yên dawî de agahî parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, bi hezaran leşker hatine kuştin û gelek cebilxane hatine jinavbirin.
Sererkaniya Ukraynayê, bi daxuyaniyeke nivîskî, agahiyên di derbarê wendahiyên hêzên Rus de parvekirin. Li gorî hat ragihandin, di nav rojekê de 3 tanq, balafirek, helîkopterek û 2 pergalên roketavêj ên Rusyayê hatine jinavbirin.
Di dewama daxuyaniyê de agahiyên wendahiyên navbera 24ê Sibatê û 18ê Tebaxê jî hatin dayîn.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, wendahiyên leşkerî yên hêzên Rus, herî zêde li Donetskê çêbûne û tenê li wê herêmê, 200 leşker hatine kuştin. Bi berdewamî hat ragihandin ku ji destpêka şer heta niha, bi giştî 44 hezar û 300 leşkerên Rus hatine kuştin.
Li ser rûxandina cebilxaneya şer jî agahiyên giştî hatin parvekirin. Li gorî daxuyaniyê, ji destpêkê heta niha; 234 balafir, 197 helîkopter, 1889 tanq, 4 hezar maşînên zirxî, 1010 roketavêj, 15 keştî, 793 balafirên bêmirov, 3 hezar û 61 maşîn, 265 pergalên roketavêj û 136 pergalên parastina hewayî hatine jinavbirin û 190 moşekên ku ji aliyê Rusyayê ve hatine havêtin, ji aliyê hêzên hewayî yên Ukraynayê ve li hewayê hatine betalkirin.
Di derbarê leşkerên kuştî de, ji aliyê Rusyayê ve di 25ê Adarê de daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku 1351 leşkerên wan hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin