PeyamaKurd - Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Iraqê dema ragirtina geştên asmanî bo demeke nediyar dirêj kiriye.
Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand, li ser daxwaza Komîteya Bilind a Tendirustî û Selamtiya Niştîmanî ji bo Xweparastina ji Koronayê, Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê biryar daye, dema ragirtina geştên asmanî li tevahiya balafirxaneyên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo demeke nediyar dirêj bike.
Di biryarê de hatiye gotin, di civîna 6ê Hezîranê de Lîjneya Bilind a Tendirustî û Selametiya Niştimanî û Encûmena Wezîran a Iraqê, li gor nirxandina rewşa metirsîdar a bilindbûna rêjeya nexweşên koronayê ev biryar daye.
Herwiha hatiye gotin ku biryar geştên balafirên Heyva Sor a Navdewletî, serbazî, alîkariyên tendirustî, hawarçûn û kargoyan li xwe nagire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin