PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji bo serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê ku yekem serdana xwe ya piştî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li Kurdistanê dike.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ve hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin Helbûsî yekem serdana xwe digel Serok Mesûd Barzanî pêk bîne ku piştgiriyeyeke xurt dide kabîneya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî.
Hat ragihandin ku Helbûsî dê çend civînên girîng bi rayedarên pilebilindên Kurdistanê re pêk bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin