Umêd Xosnaw: Em wek PDK pistgiriya damezrandina sindoqa dahatên neftê dikin

Umêd Xosnaw: Em wek PDK pistgiriya damezrandina sindoqa dahatên neftê dikin

PeyamaKurd - Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ew wek PDK piştgiriyê li damezrandina sindoqa dahatên neftî li herêma Kurdistanê dikin.

Serokê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê( PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw ragihand, wek PDK ew piştevaniyê li damezrandina sindoqa dahatên neftê dikin, ku her wekî yasa bo wê hatiye derxistin.

Herwiha Umêd  Xoşnaw diyar kir, ku tenê damezrandina sindoqê bixwe maya ku êdî biryar li ser bê dayîn. Xoşnaw teqez kir: ‘’Helwêstê PDKê vê derbarê de ronî ye û di karnameya fraksiyona PDKê de jî ev yek heye û hatiye ziman.’’

Li gor madeya 3 ya yasaya hejmara 2 ya sala 2015an a taybet derbarê sindoqa Kurdistanê ya bo dahatên neft û gaz de heye ku sindoqek bê damezrandin ku kesayetên menewî û serbixwebûna darayarî û kordînatoriya wî heye û ji aliyê rêxistinî ve jî ser bi encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ve be û bi wî awayî bê damezrandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin