PeyamaKurd – Nûnerê taybet ji bo Yemenê yê Neteweyên Yekgirtî Hans Grundberg ragihand ku Hûsî û hukumeta Yemenê ji 2 yê nîsanê heya niha agirbes ragihandine û îro car din ji bo 2 mehan agirbesê dirêjkirine. Grundberg mijarê bi awayekî nivîskî weha ragihand:
“Her dû teref Hûsî û hukumeta Yemenê lihev kirin ku ji 2 yê tebaxê dest bi agirbesê bikin û heya 2 yê cotmehê dewam bikin. Em bi kêfxweşin ku peymanê radigihînin. Peyman ne tenê ya agirbesê ye û ji bo agirbesekî fireh bikin soz dane ku muzakereyan zêdetir bikin.
Teklîfa agirbesa firehkirî, divê li ser mekazînmayekî zelal ya serfiyatê ava bikin, mehaneyên memur û şaneşîna nîzamî bidin, rêyên Taîzê û bajarên din vebin, balafirgeha navdewletî ya Sanayê ji bo her dû seriyan dest bi seferan bikin, zêdekirina petrolê li lîmana Hûdeydeyê ku her wext petrol werê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin