PeyamaKurd - Serokê fraksiyona Rafîdeyn li Parlamentoya Iraqê Îwnadem Yusif ragihand, di heyama 33 salên borî de hejmara mesîhiyên Iraqê bi awayekî berçav kêm bûye.
Serokê fraksiyona Rafîdeyn Îwnadem Yusif ji malpera Meilûme re daye xuyakirin ku ji sala 1987ê heta niha hejmara mesîhiyan ji sedî 60ê kêm bûye û ji milyonek û 300 hezar kesan daketiye 900 hezar kesan ku 400 hezar kes kêm bûye.
Yusif daye zanîn ku ji ber rewşa Iraqê û bûyerên qewimîne ew rêjeya bilind a mesîhiyan koçberî derveyî Iraqê bûne.
Hêjayî gotinê ye, bi taybet dema şerê DAIŞê û dagirkeriya wê, bi sedan kilîseyên mesîhiyan li Iraqê hatin rûxandin û mesîhî jî neçarî koçberiyê bûn ku da salên piştî 2014an de ew rêjeya koçberiyê gelekî zêde bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin