PeyamaKurd - Serokê Belarûsê Alexander Lukaşenko li ser daxuyaniyên cezakirina Belarûsê yên Yekîtiya Ewropayê jî gefa qutkirina gazê li Ewropayê xwar. Lukaşenko herwiha got ku hin penaberên Kurd ên berê şervan bûn li ser sînor hene û xwe bi çek dikin û dibe alozîya ser sînor zêdetir bibe.
Li gorî medya fermî ya Belarûsê Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko di civînekê de gotiye: “Polonya bi mijara ku dê sînoran bigire, me ditirsîne. Em ji wan re dibêjin bigirin. Dema me xeta gazê ya sereke girt, dê çi bikin? Ji ber wê ez şîretê li Polonya û Lîtwanyayê û dewletên din dikim bila berî biaxivin bifikirin.”
Li ser biçekirina penaberan jî Alexander Lukashenko daye xuyakirin: “Agahî hene ku paneber xwe li ser sînor bi çek dikin. Rewşa li wir gelekî xeternak e. Hewldanên ku çek, cebilxane û bombeyan bigihînin penaberan, hene. Divê ev mijar were kontrolkirin. Çek ji bo çi ye gelo? Ew dixwazin tevgerên provokatîf bikin. Bi leşkerên li ser sînorên her du dewletan re şer derxin. Ji ber wê em neçar in rewşa li ser sînor kontrol bikin heta ku çek negihêje wan. Ji ber ku di nav de penaberên de Kurd hene û berê şervan bûn. Dibe ku tedbîrên werin girtin, bibin sedem ku alozî gurtir bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin