PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku wê îhlala nukleerî ya Îranê bê bersiv nehêlin. Maas bi awayeka nivîskî ragihand ku Îran li hemberê Îngîltere, Almanya û Fransa barên xwe yên di derbarê karên nukleerî de bicîh neaniye û bo wê jî biryara bikarxistina çareseriya îxtîlafî dane. Heiko Maas got ku Almanya bi Fransa û Brîtanya re piştî îstîşareyeka dûr û dirêj vê biryarê dane û weha dewam kir:
“Nedibû me îhlala Îranê ya di derbarê nukleerî de bê bersiv bihêlin. Hedefa me di vir de ew e ku peymanê biparêzin û çareyeka dîplomatîk ji mijarê re bibînin. Em bang dikin ku Îran bo pêvajoyê alîkariyeka erênî bike.”
Wezîrên karên derve yên her 3 welatan, wê mijarê bigihîne komisyona îxtîlafê û ji bilî wê ti çare li ber xwe nabînin.
Îran bi sedema bikaranîna sîstema çareseriya îxtîlafê bertek nîşan da. Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Abbas Mûsewî got ku dê her sê dewlet xwe bixin bin barê encama ku mijarê birine komîsyonê. Mûsewî mijarê bi qelsiya her sê dewletan binavkir û got dewletên Awrûpayê sozên xwe neanîne cîh. Lewra Îran jî sozên xwe yên ku daye, li gor xalên 26 û 36 an daye rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin