PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro piştî nimêza înê daxuyanî dan rojnamevanan. Erdogan li ser rewşa Idlibê got ku ‘heger bêjim di rewşa em dixwazin de ye, derew e’ û ragihand ku ew dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive, pêşhat û geşedanên li Sûriyê bi wî re gotûbêj bike.
Erdogan di axaftina xwe de got ku xalên çavderiyê yên leşkerî yên Tirkiyê li Idlibê rastî êrîşan tên û wan di hevdîtina ligel Pûtîn de hişyariyên pêwîst dane.
Erdogan li ser rewşa Idlibê wiha axivî: “Heke em bêjin, Idlib di asta em dixwazin de ye, ev dibe derew. Niha ne di wê asta em dixwazin de ye. Lewra niha bi qasî 60 hezar mirov hatin kuştin. Ji bilî vê bi qasî du carî koç heye. Ev helbet bakur dixin zorê, ber me ve tên. Divê em di vê mijarê de bi tevdîr bin. Me jî niha hemû tevdîrên xwe wergirtine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin