PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) ragihand ku di nava civaka kêmperwerde û xizan de, talûka nexweşînên kronik zêdetir e. Di raporekî newekheviyên di nexweşînan de, hat ragihandin ku van beşên civakê di pêvajoya tedawiyê de rastî gelek astengiyan tên.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li welatên dahatên wan kêmin an dahatên wan orte ne, di beşa civakê de yên ku perwerda wan kême, nexweşînên hipertansiyon û diyabetê gelek zêdene. Di raporê de, nexweşînên seretanê, nexweşînên kronik yên nefesê û diyabetê vekolane. Her weha kişandina tiûnê, obezite û gemariya hewayê li ser nexweşînan çi bandorê dikin hatiye gotin.
Di nav nexweşînan de her weha jinên ku dahata wan û perwerda wan kême, nikarin tehlîlên seretana devê rehmê bikin an gelek kêm e. Li gundewaran li gor kesên li bajêr dijîn, ev tehlîlên wan bi zahmetî tên kirin û astengên wan zêde hene.