Vortexa: Dorpêça DYAê hinardekirina nefta Îranê gihand asta herî nizm

Vortexa: Dorpêça DYAê hinardekirina nefta Îranê gihand asta herî nizm

PeyamaKurd - Platforma navdewletî ya şopandina enerjiyê "Vortexa" di raporekê de aşkere kir ku dorpêç û givaşên leşkerî/siyasî yên Amerîkayê di meha Cotmehê de rê li ber hinardekirina nefta xav a Îranê girtiye û hinardeya deryayî ya wî welatî gihandiye asta herî nizm.

Li gorî raporê, di hefteya duyem a Îlonê de hinardeya deryayî ya Îranê gihîştiye asta sifirê û 43 milyon bermîl nefta Îranê ji ber dorpêçê li rojavayê Tengava Hurmizê asê mane.

Rêvebera Beşa Xetereyên Deryayî li Vortexayê Claire Jungman diyar kir ku dorpêça heyî tiştekî weha bi dest xistiye ku cezayên aborî yên çendîn salan nikaribûn bikin, û bi rengekî pratîkî derketina nefta Îranê ji Kendavê hat girtin.

Jungman bal kişand ku Çînê jî valahiya nefta Îranê bi nefta Rûsyayê dagirtiye. Di vê navberê de, hinardeya giştî ya nefta Kendavê (ji bilî Îranê) ji ber zêdebûna berhemên Erebistana Siûdiyê %81 bilind bûye û hinardeya nefta Rûsyayê jî gihîştiye 3.79 milyon bermîlên rojane.