Zeydi ji fermandaran re got: “Amadekariya şer derxin asta herî bilind”

Zeydi ji fermandaran re got: “Amadekariya şer derxin asta herî bilind”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê û hem serfermandarê artêşa Iraqê Ali Falih Zeydi farman da artêşê ku amadekariyên artêşê ji bo şer derxe asta herî bilind. Zeydi ragihand ku divê şiyanên artêşê pêş bixin û teknolojiya leşkerî xwurt bikin.

Baregeha serokwezîrtiyê got ku îro Zeydi ji bo ravekirina asta leşkerî, civîna ewlehiyê li dar xistiye. Di civînê de gelek rayedar hebûne û li ser sîstema bergiriya hêzên deryayê, hewayê û bejayiyê rawestiyane.

Armanca xwurtkirina artêşê ji aliyê sîstema bergiriyê de, şiyanên leşkerî û ji bo desthilata û parastina Iraqê gelek girîng e.