PeyamaKurd - Di salvegera Dastana Pirdê de, malbat û kesûkarên şehîdan serbilindiya xwe bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge tînin ziman û tekez dikin ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê pêwîstiyeke sereke ye.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û dagirkirina Kerkûk û Xurmatûyê, artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî bi armanca dagirkirina Hewlêrê êrişî Pirdê kiribûn.
Lê belê Pêşmergeyan bi îradeyeke polayî bersiva wan dan, tangeke pêşketî ya bi navê Abrams teqandin û di şerekî dîrokî de pêşveçûna wan rawestandin.
Hevjîn û kurên şehîdên Pirdê (wekî Şehîd Surên, Şehîd Xazî Dolemerî û Şehîd Azad Berekeyî) diyar kirin ku ew bi qurbaniyên xizmên xwe serbilind in û qet poşman nînin.
Malbatên şehîdan bang li tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê kirin ku berjewendiyên hizbî li aliyekî deynin, di nav yekrêzî û yekdengiyekê de xwedîtiyê li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bikin û rê nedin dubarebûna zehmetiyan.