Li Helebceyê dabeşkirina zeviyan dest pê dike: Malbatên şehîdan û girtiyên siyasî dê erd bistînin

Li Helebceyê dabeşkirina zeviyan dest pê dike: Malbatên şehîdan û girtiyên siyasî dê erd bistînin

PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Helebceyê Selam Bîlal ragihand ku amadekariyên ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya dabeşkirina parçezeviyan bi dawî bûne û prose di demeke nêzîk de dê bikeve warê cîbicîkirinê.

Bîlal diyar kir ku ev biryar dê bibe bersiveke ji bo xewna bi salan a hezaran malbatên şehîdan, girtiyên siyasî û karmendan.

Di vê qonaxê de, 575 parçe zevî ji bo malbatên şehîdan, 718 parçezevî ji bo girtiyên siyasî û her wiha 167 kes ji lîsteya karmend û mamosteyên sala 2005an dê zeviyên xwe werbigirin.

Serokê Şaredariyê da zanîn ku bi giştî navên zêdetirî 8 hezar û 500 karmendan ji bo wergirtina zeviyan hatiye pesendkirin û niha li benda temambûna rêkarên yasayî yên vemirandina qeydên çandiniyê ne.