PeyamaKurd – Ji bo Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê meclisa Tirkiyê qanûnekî dexist û biryarê da ku ji serê meha 11an ya 2026an û pê de, kesên temenê wan di binê 15 salan de ye, dê nikaribin medya ciakî bikarbînin. Piştraskirina temen jî dê di ser e-devletê de bibe.
Di qanûn de tê gotin ku kesên 15 salê xwe tije nekiribe û welew dê û bavê wan destûrê dabin wan jî, dê qebûl nekin ku medya civakî bikar bînin. Hesabên ku hene jî dê agahiyan bidin xwediyên wan hesaban û dê bên girtin.
Zarok dê bikaribin xwe bigihînin leystikên baş yên zarokan û wê dê û bavên wan karibin kontrola wan zarokan bikin. Wê hesabên medya civakî heya 31ê Adara 2027an herî kêm yek carekî piştrast bikin.
Li gor rêjeyên TÜİKê ya Tirkiyê; zarokên temenên wan di navbera 6-15 salan de ye, %66,1ê wan ku dike 8,3 milyon zarok, bi awayekî çalak medya civakî bikar tînin.
Zarokên di bin 15 salî de ne: Dê hesabên wan yên medyayê bên girtin. Dê nehêlin hesabekî nûh vekin. Hesabên bên girtin, doneyên aîdê wan hesaban dê jê bibin.
Zarokên 15-7 salî: Wê di asta hesabê zarokan de bin. Wê weşana zindî û her tiştî nikaribin temaşe bikin û dê bên kêmkirin. Lîsta şopîneran û yên tên şopandin bên xef kirin û dê kes nikaribe hesaban pêşniyarî hev bike. Tenê zaroka ku hesab dişopîne, wê karibe peyaman bişîne wî hesabî.
Yên di ser 18 salî de: Dê hesabên wan vekirî bimîne û di ser hesabê e-devletê de tenê yek carekî hesabê xwe piştrast bike.
Di derbareyê cezayan de, dê kes û malbat nekevin ber cezayan lê torên medyayê yên wezîfa xwe nekin, dê ceza û kiryar ji bo wan bin.