Deriyê Sînorî yê Sêmalka hat girtin

Deriyê Sînorî yê Sêmalka hat girtin

PeyamaKurd –  Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Sêmalka li Rojavayê Kurdistanê di derbarê çûnûhatina deriyê sînorî de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Ji îro ve deriyê Sêmalka li pêşiya çûnûhatina hemû xelkê û karmendên rêkxistinên mirovî û rojnamevanan tê girtin.” Li gor daxuyaniyê, ev biryar weke bersivekê ye li ser biryarên Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê li hêla Başûrê Kurdistanê.

Rêveberiya Sêmalka ya Rêveberiya Xweser, bi tohmeta li Pêşabûrê serderiyeke nebaş bi xelkê re tê kirin û xelk bi saetan çaverê dimînin heya demeke nediyar biryar girtinê da.

Li gor biryara nû ya Rêveberiya Deriyê Sînor yê Sêmalka, kesên niştecihên welatên Ewropî ne û bi serdan li Rojavayê Kurdistanê ne, dikarin tenê roja Çarşemê 23.06.2021 ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Deriyê Sêmalka- Pêşabûr, deriyê herî sereke yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye, ku ji bilî serdanên asayî û yên nexweşan, tevgera bazirganî jî lê tê kirin û dikeve sêgoşeya sînorî ya di navbera Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin