PeyamaKurd – Li asmanê Swêdê, du balafirên Rûsî ên çekên nukleerî hildigirtin geriyan. Çavkaniyeke Swêdî eşkere kir, firrîna balafirên leşkerî yên Rûsî, kiryareke bi qestî ya tirsandinê ye.
Li gor tora nûçeyan a Swêdî şeva borî bi raportekê diyar kir, du balafirên leşkerî yên Rûsî ku bi çekên nukleerî, ji bo demeke pir kurt derbasî asmanê Swêdê bûn.
Çavkaniyeke Swêdî eşkere kir, firrîna balafirên leşkerî yên Rûsî, kiryareke bi qestî ya tirsandinê ye.
Herwiha tora nûçeyan a Swêdî da zanîn, roja 2ê Adarê, 2 balafirên êrîşkar ên Su-24, bi 2 balafirên din ên Su-27, ji Baregeha Asmanî ya Kaliningrad a nêzîkî derya Baltîkê ve, derbasî qada asmanî ya Swêdê bûn.
Di berdewamiyê de eşkere kir, her du balafirên êrîşker çekên nukleerî hilgirtibûn ku pîlotên Rûsî jî xwestin wî çekî nîşan bidin.
Hêzên asmanî yên Swêdê, piştî tesbîtkirina nêzîkbûna balafirên Rûsî, balafirên şer şandin ku karîbûn wêneyên balafirên Rûsî bigirin û piştrast kir ku 2 ji wan bi çekên atomî bûn.
Li ser bûyerê Fermandarê Hêza Asmanî ya Swêdê Karl Edstrom diyar kir: “Em vê tevgerê wek kiryareke pir xeternak dibînin, bi taybet ku ji aliyê welatekî di şer de ye hatiye kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin