Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do Duşemê peyameke sersaxiyê li ser şehîdbûna karmendekî Asayîşa Duhokê belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama xwe ya sersaxiyê de, sersaxî li kesûkar û malbata Şehîd Azad Îbrahîm kir ku di bûyereke terorîstî ya bi ser Rêveberiya Asayîşa Rojhilatê Duhokê de şehîd bû.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi mixabinî û xemgîniyeke mezin ve, îro di encama êrîşeke terorîstî ya li ser Asayîşa Rojhilatê Duhokê de, karmendekî wan ê bi navê Azad Îbrahîm şehîd bû. Ez sersaxî ji kesûkar û malbata cenabê wî re dixwazim û hevbeşê xemgîniya wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin