Li Silêmaniyê di êrîseke çekdarî efserekî Pêsmerge hat kustin, 3 jî birîndar bûn

Li Silêmaniyê di êrîseke çekdarî efserekî Pêsmerge hat kustin, 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de şeva borî efserekî Pêşmerge hat kuştin û 3 efserên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li ber kulûbeke şevê ya li taxa Melîk Mehmûd ya bajarê Silêmaniyê, nobedarekî wê kulûbê teqe li çend efserên pêşmerge ku dixwestin derbasî nav kulûbê bibin kir.

Hat diyarkirin ku di encama wê teqekirinê de efserek hat kuştin û 3 efserên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyanên çavkanî û şahidan dane,  dema wan efseran xwestine derbasî nav kulûbê bibin, nobedar nehîştiye û di navbera wan de alozî derketiye.

Piştre jî nobedar teqe li wan kiriye ku hê jî ew nobedarê kulûbê nehatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin