Iraq ketiye pey wî sîxurê ku ji bo êrîsê agahî dane Tirkiyê

Iraq ketiye pey wî sîxurê ku ji bo êrîsê agahî dane Tirkiyê

PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyekê li ser êrîşa Tirkiyê ya ku li devera Bradost a Sîdekanê du Fermandarên Pasevanên Sînorî yên Kurd tê de hatin şehîdkirin, ragihand ku ew li wî sîxurê ku agahî dane Tirkiyê digerin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji Sputnik a Rûsî re ragihandiye, têkildarî êrîşa Tirkiyê ya li Sîdekanê ew li gel Herêma Kurdistanê di peywendiyê de ne û komîteyek jî ji bo lêkolîna derbarê bûyerê de hatiye pêkanîn.

Lîwa Tehsîn Xefacî got: “Em di peywendî û hevahengiyê de ne, li gel aliyên emnî yên Herêma Kurdistanê, têkildarî êrîşa Tirkiyê bo ser hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê li navçeya Sîdekanê li Hewlêrê, ku Sêşema borî rû da û bû sedem ku du fermandeyên wê hêzê jiyana xwe ji dest bidin.”

Xefacî bal kişand ser kesekî sîxur di wê êrîşê de û wiha axivî: “Me komîteyek pêk aniye, ji bo ku lêkolînê li wê rêyê bike ku Tirkiyê bo encamdana êrîşê bi kar aniye û herwiha ji bo kesê ku zanyarî dane hêzên Tirkiyê ji bo eşkerekirina cihê otomobîlên şanda hêzên Zêrevanên Sînor li Sîdekanê.”

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bal kişand ser ku hêzên Iraqî yên ku Tirkiyê êrîşî wan kiriye, di erka xwe de bûn û serdana hêzên Zêrevanên Sînor ên li ser sînorê Iraq û Tirkiyê kiribûn, lewma ew êrîşa Tirkiyê pêşhateke metirsîdar e û nabe berdewam be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin