PeyamaKurd – Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, îro 20ê Nîsanê ji sedemeke nayê zanîn agir bi mînîbusekê ket û di encamê de kesek birîndar bû.
Li gir zanyariyan, li Taxa Hurriyetê ya Xarpêtê mînîbusek rawestiyabû ji ber sedemeke nehat zanîn şewitî û di encama agir de karkerek ku di nav mînîbusê de bû birîndar bû û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Bajêr a Fethi Sekin hat veguhestin.
Hat zanîn, di bûyerê de agir bi otombîleke din a li pêş mînîbusê jî ketiye û tîmên agirvemirandinê agir vemirandine.
Herwiha zanyarî diyar kirin ku di mînîbusê de kelûpelên boyaxa avahiyan hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin