Li Bakurê Kurdistanê kelecana futbolê: Amedspor ji bo Super Lîgê li Îdirê ye

Li Bakurê Kurdistanê kelecana futbolê: Amedspor ji bo Super Lîgê li Îdirê ye

PeyamaKurd - Îro roja herî krîtîk a sezona Lîga Yekê ya Tirkiyê ye û bi taybet li Bakurê Kurdistanê çavê her kesî li ser maça dîrokî ya li Îdirê ye.

Tîma Amedsporê, di hefteya dawî ya TFF 1. Lîgê de, îro saet di 16:00an de li hemberî Igdir FK derdikeve qadê daku xewna xwe ya derketina Super Lîgê bike rastî.

Roja fînalê û duayên alîgiran

Ji bo Amedsporê tenê 90 deqe maye ku navê xwe di dîroka futbolê de bi tîpên zêrîn binivîsîne. Beriya vê maça girîng ku îro tê lîstin, li seranserê Bakurê Kurdistanê û li Ewropayê kelecaneke mezin peyda bûye.

Alîgirên Amedsporê bi her awayî piştgiriyê didin tîma xwe û ji bo serkeftina wê duayan dikin.

Ji bo maçê jî li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û herwiha li welatên Ewropayê Kurd amadekariyê dikin li ber ekranên mezin zindî maçê temaşe bikin.

Wê maça Amedspor û Igdir FKyê li ser TRT Kurdiyê jî bi zindî bê weşandin.