PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîle Naftali Bennett li ser bûyera do ku li bajarê Banî Barakê 5 Îsraîlî hatin kuştin û berya wê jî êrîş hatibûn kirin, ji xelkê re got ku ew kesên sîvîl yên ruxsatên wan yên hilgirtinê hene bila sîlihên xwe hilgirin û bi xwe re bigerînin. Bennett bi dîmen peyamekî belav kir û got ku biryarên gelek tedbîran dane. Bennett weha got:
“Hemwelatiyên Îsraîlê, em niha ketine ber pêla terorîstan û weka her pêla berê, em ê bi ser bikevin. Ji bo ewlehiyê ev 24 siete em dixebitin. Artêşa Îsraîlê, asayîşa navxweyî Şin-Bet û polîsê Îsraîlê ji bo ew kesên ku dixwazin operasyonan bikin, ji bo xwe zû bigihînin wan, operasyonên îstîxbaratê zêdetir kirine. Me jimara unîformayiyan û kesên bi çek li seranserê welat zêde kir. Ji aliyê min de di çavkaniyan û dayîna derfetan de sînor tine.
Me biryarê da ku ‘tûxayekî sînor ya polîsan’ ava bikin. Ev biryara me biryareka stratejîke û hem ber li êrîşên operasyonên terorî digre. Ji bo mudaxeleya lezgîn me tîmên bi motorsîkletan ava kir ku do terorîstê ku li bajarê Benî Barakê ji nav bir ev hêz bû.
Hêzên me heya niha ji 200 an zêdetir lêpirsîn û girtinan kir. Ji bo xaniyê terorîstê li Yabedê xera bikin, ji niha de me plan çêkir. Ji bo dev ji karên weha berdin em ê di wextekî kurt de xaniyê wî xerab bikin.”
Serokwezîr ragihand ku wê Erebên sîlihên wan hene heya karibin ji wan bistînin û Îsraîliyan çekdar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin