PKKê berpirsiya sehîdbûna Pêsmerge red kir, lê çandina mayînan li wê herêmê qebûl kir

PKKê berpirsiya sehîdbûna Pêsmerge red kir, lê çandina mayînan li wê herêmê qebûl kir

PeyamaKurd - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye li ser teqîna mayînê bi Pêşmerge de û şehîdbûna Pêşmergeyekî li devera Sîdekanê daxuyaniyek da û çandina mayînan li wê herêma nêzîkî sivîlan red nekir.

Li devera Sîdekan a herêma Biradostê mayîneke li ser rê hatibû bicihkirin bi otomobîleke Pêşmergeyan de teqiyabû û di encamê de Pêşmergeyê bi navê, Tariq Qadir Xalid şehîd bûbû û Mizefer Ferhad Hesen brîndar bûbû.

Di daxuyanîya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ya derbarê teqîna li Sidekanê de, tê gotin ku ew ne berpirsên wê teqîna 13ê Adarê di encama mayîneke çandî li herêma Sîdekan a qezaya Soranê rû daye ne.

HPGê berpirsiya xwe ya teqînê red kir û li ser çandina mayînan li wê herêmê jî got, di dema Sedam de jî li wê deverê gelek mayîn hatine çandin ku li gorî zanyariyên pisporan û xelkê herêmê ne mimkun e ew mayînên dema Sedam bin, ji ber ew herêmeke sivîl e dûrî deverên têne gotine. Hêzên Pêşmerge jî eşkere kirine ku ew mayîn di demeke nêzîk de hatiye danîn.

Herwiha HPG di heman daxuyaniyê de li xwe mikur hatiye ku wan mayîn li wê herêmê bi sedema êrîşên artêşa Tirkiyê danîne û daye xuyakirin, “Salên 2019-2020an jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakurkê jî hin cih hatine mayinkirin.”

Berpirsê Rewşenbîrî û Hişyariya Neteweyî ya Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê ragihand ku ew mayîna PKKê danîbû bûye sedema şehîdbûna Pêşmergeyekî û birîndarbûna Pêşmergeyekî. 

Herwiha Fermandarê Fermandariya Helgurd a yekeya 80, Lîwa Behram Erîf Yasîn piştî bûyera mayînê da xuyakirin, “Erkê wan pêşmergeyan li Balekatiye bû û bixwe xelkê navçeyê bûn. Xwestine serdana gundê xwe bikin û li tengava Sînganê a ser bi Sîdekanê ve TNT bi otomobîlan wan ve teqiyaye. TNT nû bûye û di çend rojên derbasbûyî de ji aliyê gerîlayên PKKê ve li wê herêmê hatiye danîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin