PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê û Parlamenterê Stenbolê Feti Yildiz, derbarê yasaya çarçoveyê û rewşa girtiyan de, Yıldız amarên fermî eşkere kirin.
Yildiz got: "Di girtîgehên Tirkiyeyê de 4 hezar û 897 girtî û mehkûmên PKK û KCKê hene. Ji van nêzîkî 2 hezar û 800 kes dikarin ji vê qanûnê sûdê werbigirin."
Yıldız tekez kir ku kesên sûcê kuştinê kirine, yên cezayê hetahetayê (mûebbet) wergirtine, yên ku êrişî leşker û welatiyan kirine û yên ku lêpirsîn li ser wan heye bi tu awayî nikarin ji vê yasayê sûdê werbigirin û da zanîn, ji bo sûdwernegirtinê hebûna lêpirsîn û dozê bes e, ne merc e ku biryara dadgehê ya dawî hebe.