UNESCO banga dewama alîkariya Lubnanê kir

UNESCO banga dewama alîkariya Lubnanê kir

PeyamaKurd – Berpirsê buroya UNESCO yê (Rêxistina Perwerdê, zanist û çandê ya Neteweyên Yekgirtî) yê herêmê Costanza Farina roja duşema borî ragihand ku Lubnan demekî dirêje di krîza darayî de ye û bang kir ku alîkariya ji bo Lubnanê dewam bikin. Farina, li ser vekirina navenda herêmê ya Lubnanê ya ji nûh de, merasimekî çêkir û got:

“Lubnan bi çend ciyan bi krîzên tevlihev re rû bi rû ye lê UNESCO hêjî li vê derê ye û wê li vê derê bimîne.”

Cîgirê rêvebirê giştî yê ji îdarê û rêvebiriyê berpirs Nick Jeffreys jî ragihand ku wê navenda herêmê ya UNESCO yê di asta herêmê de bi hukumetên herêmê û navenda NY de di nav têkiliyan de be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin