PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên do li cihê topbarana Tirkiyê ya li havîngeha Perexê axivî û diyar kir: “Em bi awayekî eşkere daxwaz dikin, Tirkiye van cûre êrîşan rawestîne.”
Fûad Husên da zanîn: “Li Wezareta Karên Derve wek karê dîplomasiyê, em ê li Encûmena Asayîşê ya Navdewletî doz vekin, çimkî tiştê niha heye, ji şerê Tirkiye û PKKê derçûye û xelkê sivîl dikujin.”
Husên eşkere kir: “Ev bûyer wisa dikin ku hemû pêkhateyên Iraqê yekgirtî bin. Ev geştyar ji bajarên cuda cuda yên naverast û başûrê Iraqê bi mebesta betlaneyê hatine vî gundî, xwînên wan li vir bi hev têkel bûn.”
Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Ev der bi çar topan hatiye bombebarankirin, sedema vê kêşeyê, hawirdeya pirsgirêkên Tirkiyê di nav axa Iraqê de ye, ango kêşeyek heye di navbera PKK û Enqerê de û divê were çareserkirin.”
Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got: “Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne, mijara berevaniya me jî, mafê yasayî ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin