Îdia: Amerîka, Taywanê bi kar tîne

Îdia: Amerîka, Taywanê bi kar tîne

PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku hat dayîn de Koreya Bakur bertek nîşanî alîkarîya leşkerî ya Amerîkayê ji Taywanê re şandibû da û destnîşan kir ku ev gav dê rê li ber gurkirin aşer veke.

Li gorî ajansa nûçeyan a Navendî ya Koreyê (KCNA), Koreya Bakur îdia kir ku “neyeta xerab" a Washingtonê ya ji bo astengkirina Çînê bi alîkariya xwe ya leşkerî ya ji bo Taywanê wê rageşiya herêmî bigihîne asta gurkirina şer.

Rayedarê Koreya Bakur Maeng Yong Rim li ser mijarê got, "Amerîka ji raya giştî re dibêje ku ew bi prensîba yek-çîn ve girêdayî ye, lê di paşerojê de serxwebûna Taywanê ku parçeyek bingehîn a Çînê ye provoke dike." 

Maeng destnîşan kir ku Amerîka Taywanê li dijî Çînê bi kar tîne da ku li herêma Asya Pasîfîkê bigihîje pozîsyona "hegemonîk" ya dawî û armanc dike ku di pêkanîna stratejiya xwe ya ji bo pêşîgirtina Çînê de wekî mertal tevbigere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin