PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku rayedarên Îsraîl û Lubnanê, di derbarê lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî de li hev kiriye û li ser vê lihevkirinê jî peyman hatiye destnîşankirin.
Yair Lapid, ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand ku ji bo sînorên deryayî yên navbera Îsraîl Lubnanê werin xêzkirin, peymana ku dihat çaverêkirin, hatiye destnîşankirin.
Li ser heman mijarê, ji aliyê Alîkarê Serokê Meclisa Lubnanê Îlyas Ebu Saab ve jî hat ragihandin ku peymana ku hatiye destnîşankirin, ji bo daxwazên herdu aliyan jî bûye bersiv.
Her wiha ji aliyê Serokomariya Lubnanê ve jî daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku di peymana bi navbeynkariya rayedarên Amerîkayê hatiye destnîşankirin de hemû mafên Lubnanê, hatine parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin