PeyamaKurd – Artêşa Tikriyê li Çiyayê Bagokê yê li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, dest bi operasyonekê kir.
Li gor zanyariyan, do di 29ê Adara 2022ê di saetên êvarî de, Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Bagok ê di nav sînorên navçeya Nisêbînê de, bi beşdariya bi sedan leşkeran dest bi operasyonê kirin.
Herwiha hat eşkerekirin, leşkerên Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyonê de li navçeyê dest bi çêkirina çeperan kirin û ketin gundê Marînê yê li navçeyê jî û piştî demekê ji gund derketin.
Herî dawî hat destnîşankirin ku heta niha li navçeyê tu rûbirûbûnek li navçeya operasyonê pêk nehatiye û leşkeran li wir dest bi kar û xebatên lêgerînê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin