PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge diyar kir, vê mehê tabûrên hevbeş yên wezaretê, dê sê mûçeyan bi hev re werbigirin.
Li gor berpirsê ofîsa wezîrê Pêşmerge Mîran Bekir daye zanîn, vê mehê dê mûçeyê sê mehan yê tabûrên hevbeş yên Wezareta Pêşmerge bi hev re were dayîn.
Mîran Bekir destnîşan kir, pirsgirêka mûçeyê tabûra 12 ya Wezareta Pêşmerge jî çareser bûye û ew ê jî mûçeyê xwe bêyî ku bê kêmkirin werbigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin