Guterres bangewazî kir: Serê Ukrayna kuçe bi kuçe û mal bi mal nayê qezenckirin!

Guterres bangewazî kir: Serê Ukrayna kuçe bi kuçe û mal bi mal nayê qezenckirin!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, derbarê şerê Ukrayna-Rûsyayê de daxuyanî dan û got, ev şer bajar bi bajar, kuçe bi kuçe, mal bi mal nayê qezenckirin.

Guterres, bal kişand ser bandora giran a şerê ku Rûsyayê daye destpêkirin û got, bi bombardimanên sîstematîk teror tê kirin.

Herwiha Guterres diyar kir, "Heger bajarê Mariupol bikeve jî, Ukrayna kuçe bi kuçe, bajar bi bajar û mal bi mal nakevin. Ev şer nayê qezenckirin. Zû yan dereng pêwîstî bi rûniştina ser maseya aştiyê heye. Ev neçariyek e, lê pirs jî ev e: Gelo divê hîn çiqas canên din werin windakirin? Çend bombeyên din bikevin?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin