Norweç peymana vîzê ya bi Rûsya re da rawestandin

Norweç peymana vîzê ya bi Rûsya re da rawestandin

PeyamaKurd – Dewleta Norwecê peymana vîzeyê ya ku di sala 2007an de bi Rûsya re îmze kiribû, ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê da rawestandin. Daîra Koçberan ya Norwecê UDI mijarê weha ragihand:

“Peymana vîzeyê ya ku bi Rûsyayê re mijara vîzeyê hêsan dikir, ji roja 22 ê êlûna 2022an û pê de, me bi awayeka demkî rawestand. Lê hemwelatiyên Rûsya yên ku îqama wan li Norwecê heye, ti biryar nehatiye dayîn ku wan paş de bişînin Rûsyayê.”

Di peymanê de hebû ku hemwelatiyên Rûsya heya 5 salan dikaribe bi heman vîzeyê gelek caran herin Norwecê û dagerin.

Hemwelatiyên Rûsya wê ji bo vîzeyê heya 45 rojan karibin bisekinin û bedela vîzeyê ji 35 dolarî derxistine 80 dalarî.

Welatên Baltikê yên weka Estonya, Litvanya, Letonya û Polonya qedexe kiribûn ku hemwelatiyên Rûsya vîza tûrîstiyê bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin