Moskow: Rûsyayê pêşwazî li peymana DYA û Îranê kir

Moskow: Rûsyayê pêşwazî li peymana DYA û Îranê kir

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew lihevkirina navbera Serokê DYAyê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan a ji bo dawîanîna li dijminahiya navbera her du welatan, pir girîng dibînin û baş dinirxînin.

Moskowê destnîşan kir ku ev rêkeftina ku ji bo çareserkirina şerê leşkerî hatiye îmzekirin, pêngaveke pir bi fêde ye ji bo aramiya herêmî.

Rûsyayê di daxuyaniya xwe de her wiha bal kişand ser rola navbeynkaran û spasiya hewldanên bêhempa û bibandor ên dîplomatên Pakistan û Qeterê kir ku rê li ber aştiyê vekirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em biryardarî û dilsoziya her du aliyan (Washington û Tehranê) a ji bo pabendbûna bi mercên peymana lihevkirinê bi baldarî dişopînin û em hêvî dikin ku ev lihevkirin bi rengekî serkeftî di pratîkê de were meşandin."