Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Îranê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Îranê kir

PeyamaKurd - Êvara yekşemê, 8ê Mijdara 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê kir.

Di hevdîtên de pêwendiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re û çawaniya pêşvebirina hevkariya hevpar a di warên ciyawaz de hatin gotûbêjkirin.

Hevkariya ewlehiyê û parastina aramiya li heremê daxwaza sereke ya civînê bû.

Aliyan tekezî li ser girîngiya berdewam, hevkari û ahengdariya di navbera welatên heremê de kirin daku ewlehî û aramî werin xurtkirin, her wiha bal kişandin ser pêwîstiya sereke ya penabirina ber bi diyalogê û rêbazên aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan.

Di hevdîtinê de her wiha behsa têgihiştin û rêkeftinên ewlehiyê yên di navbera Iraqê, Herêma Kurdistanê û Îranê de hat kirin.