PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de kir û hêviya xwe anî ziman ku ev gava dîrokî wê bibe alîkar ji bo xurtkirina aramî, ewlehî û geşbûnê li seranserê herêmê.
Di peyama ku îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de weşand, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo rêkeftina di navbera Washington û Tehranê de ragihand.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pêvajoya bicîhanîna rêkeftinê û got, "Ez hêvî dikim ku hemû alî bi niyetek baş hemû bendên rêkeftinê bicîh bînin da ku aştî û ewlehiya herêmî xurt bikin."
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hemû aliyên ku rolek hêsankar lîstin û piştgirî dan vê serkeftina dîplomatîk kir.