Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Brîtanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Brîtanyayê kir

PeyamaKurd - Îro duşemê 19ê Cotmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Brîtanyayê Jonathan Powell û şandeya pê re kir.

Di civînê de ku Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Irfan Siddiq û Konsulê Giştî yê wî welatî jî amade bûn, peywendiyên dualî yên di warê ewlehî û leşkerî de, her wiha hevkariya ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya heremê hatin nirxandin.

Tewerekî din ê vê civînê li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî yên li herêmê bû.

Her du aliyan li ser girîngiya berdewamiya hewlên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina alozîyê girtinê li heremê hevnêrîn bûn.