PDK: Em pistî guhertinên hatine kirin besdarî hilbijartinan dibin

PDK: Em pistî guhertinên hatine kirin besdarî hilbijartinan dibin

PeyamaKurd - Serokê Liqa Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn ligel Serokê Rêxistina YNKê ya Silêmaniyê Ziyad Cebar civîneke rojnamevanî li ser mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li dar xist

Di civîna hevpar a rojnamevanî de Ziyad Cebar got, "Me tim dixwest hilbijartin zûtirin demê bêne kirin. Em niha li bendê ne Serokê Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja hilbijartinan bi aliyên siyasî re danûstandinan bike.”

Berpirsê PDKê Arî Hersîn jî got, "Em wek PDK tim amade bûn ji hilbijartinan re. Lê ji ber rêbazên wê şîroveyên me hebûn. Niha bi guhertinên hatine kirin re emê bêjin belê û beşdarî hilbijartinan bibin.”

Hersîn diyar kir ku lîsteya PDKê amade bû û niha drefeta ku li ser mijara pêkhateyan hevdîtinan bikin heye.

Heriwah Arî Hersîn anî ziman ku PDK û YNK ne dijminê hev in, lê reqîbên hev in û divê li Silêmaniyê bingeha hevrikiyeke aştiyane bê danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin