Ji Silêmaniyê bang li mamostayan: Boykotê rawestînin

Ji Silêmaniyê bang li mamostayan: Boykotê rawestînin

PeyamaKurd - Kesayetên payebilind ên civakî û melayên parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, bang li mamosteyan kirin ku dawî li boykota dersên dibistanan bînin.

Kesayetên payebilind ên civakî û melayên parêzgeha Silêmaniyê, îro li Silêmaniyê kom bûn û di derbarê boykota dersan a mamostayan de daxuyaniyekê dane çapemeniyê.

Li ser navê kesayetên civakî û melayan Hekîm Rizgar Hema di daxuyaniyê de bibîr xist ku wek kesayetên civakî û mamostayên olî wan piştgiriya xwe ji bo daxwazên rewa yên mamostayan teqez kirine û got: "Divê daxwazên wan bêne bicihkirin.

Hema, balê kêşa ser cezayên ku ji ber boykota dersan li hin mamosteyan hatine birîn û wiha dom kir:

“Ji ber ku em dizanin mamosta bêçar mane ku dest bi boykotê bikin, pêwîste Wezareta Perwerdehiyê û dezgehên din ên ku ceza dane mamostayan, wan cezayan betal bikin."

Li gel Hekîm Rizgar Hema, kesayetên civakî û melayên herêma Silêmaniyê ragihandin ku li gel hemû zor û zehmetiyên mûçe û mercên jiyanê jî ew ji mamostayan daxwaz dikin ku dawî li vê boykotê bînin û gotin ku "pêwîste zarokên vî welatî bê perwerdehî nemînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin