Çekdarên ser bi Tirkiyê ve du welatî revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve du welatî revandin

PeyamaKurd – Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, du welatiyên temenê wan mezin li navçeya Şiyê revandin.

Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, çekdaran girtin ser malên welatiyên temen mezin yên bi navê Mehmûd Keleş yê 70 salî û Hesen Sebrî yê 60 salî ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê û ew revandin.

Rêxistinê da zanîn, her du welatiyên hatin revandin beriya mehekê ji koçberiyê vegriyabûn gundê xwe.

Herwiha hat eşkerekirin ku kesên hatine revandin heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin