PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Banka Navendî ya Iraqê (CBI) ji ber bi şêwazeke derîyasayî danûstandina dolar û dînarê Iraqê kirine, yek jê bankeke Kurdistan, ceza daye 8 bankan.
CBIyê, ji ber biryara qedexekirinê ya derveyê buhayê ku hatibû destnîşankirin kirîn û frotina pareyên biyanî kirine, ceza da 7 bankên Îraqî û bankeke Kurdistanî.
CBIyê ragihand ku banka Kurdistanî ya ku ceza bi ser ve hatiye sepandin; Banka Navneteweyi ya Îslamî ya Kurdistanê ye.
CCBIyê bi nameyeke fermî ragihand, cezayê qedexekirina bi buhayê fermî wergirtina dolar bi ser van 8 bankan ve hatiye sepandin.
Di nameya CBIyê de hatiye gotin ku ew ê CBI, 1 dolarî bi buhayê 1 hezar û 310 dînaran bide çend bankên xwedî destûr, lê hişyarî jî hate dayîn ku eger ev bank nirxê dolar berovajiyê nirxê ku CBIyê destnîşan kiriye yekpayan bikin wê ceza bi ser van de jî bê sepandin.
8 bankên ku ceza li wan hatiye sepandin ev in:
Banka Veberhênanê ya Iraqê
Banka Îslamî ya Navneteweyî ya Kurdistanê
Banka Yekîtiya Iraqê
Banka Huda
Banka Veberhênana Navneteweyî ya Aşûrî
Banka Îslamî ya Başûr ji bo Veberhênan û Darayî
Banka Îslamî ya Ereb
Banka Bazirganî ya Hamûrabî
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin