PeyamaKurd – Cotkarên gundê Topzawe yên Kerkûkê ku li dijî dagirkirina zeviyên wan bi destê erebên hawirde 45 roj in ketine grevê, proseya yasayî li dijî dagirkirinê didin destpêkirin.
Berdevkê cotkarên Kurd ên Kerkûkê yên di grevê de ne Mihemed Emîn, di civîneke rojnamevanî de ragihand, greva wan a 45 rojan encam nedaye û wan biryar wergirtiye ku bi rêyên yasayî têkoşîna xwe bidomînin.
Mihemed Emîn got ku ji bo rawestandina dagirkirinê dê parêzerekî xwebexş proseya yasayî bişopîne û diyar kir: “Çawa ku rejîma berê ya Beas mal û milkên me dagir kiribû, niha jî dixwazin vê dubare bikin. Em wek cotkarên Kurd û Tirkmen em dê berevaniya mafên xwe û milkê xwe berdewam bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an careke din proseya erebkirinê li Kerkûkê hatiye destpêkirin û di demên dawî de jî bi piştevaniya artêşa Iraqê erebên hawirde hewl didin zeviyên gundên Kurd û Tirkmenan dagir bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin