PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad pêşwazî li şandeka rûsî kir. Şandeya rûsî û Esad derbarê destûra bingehîn û mijara Idlibê gotubêj kirin.
Nûnerê Taybet ê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin serdana paytexta Sûriyê Şamê kirin. Şande li wir bi Beşar Esad re civiya.
Di hevdîtinê de ji bilî Esad, Serokê Baregaha Berevaniya Netewî Ali Memluk û Cîgirê Karubarên Derve û Koçberan Eymen Sason û Balyozê Rûsyayê li Şamê beşdar bû.
Wezareta Derveya Rûsyayê derbarê civînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên wekî komîsyona avaker a destûra bingehîn û Idlibê hatine gotubêjkirin
Herweha Rûsyayê ji aliyê xwe ve diyar kiriye ku dê Rûsya di warê piştgirîdana Esad û artêşa Sûriyê de berdewam be û dê hevkariyên stratejîk ên di navbera herdu dewlatan de berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin