PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Saziya Karesatan û Rewşên Awarte (AFAD) ve hat dayîn, îro danê nîvrojê li ser sînorê Tirkiye û Suriyeyê erdhejek bi lerza 4.3yan çêbû.
Di agahiyên ku ji aliyê Serokatiya AFADê ve hatin dayîn de hat diyarkirin ku erdheja navborî, li parêzgeha Humsê ya Suriyeyê çêbûye û ev erdheja ku bi lerza 4.3yan çêbû, li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê jî hat hîskirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erdhej îro saet di 12:24an de çêbûye û navenda wê jî li navçeya Palmîrayê ya Humsê bûye ku di kûrahiya 5.92 kîlometiran de hatiye pîvandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin