PeyamaKurd- Yek ji damezirînerê Koma Pink Floyd a efsanewî Roger Waters, di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de axivî. Waters, Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi gurkirina şerî tawanbar kir.
Roger Waters di roportajeke ku dabü CNNê de got,
“Amerîka ji ber çi Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy teşwîqê hevdîtinan nake? Joe Biden, vî şerê li vê derê gur dike. Ev, tawaneke gelek mezin e.”
Waters, bal kişand ser qewimînên li Ukraynayê û da zanîn ku tiştê li Ukraynayê dibin, ji ber encama çalakiyên NATOyê yên li sînorê Rusyayê ne.
Waters bi berdewamî got, “Heger Çîn moşekên xwe yên nukleerî li Meksîka û Kanadayê bi cih bike, dê Amerîka çi bike?”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin