PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê 24 demjimêrên borî ya vîrusa korona (Covid-19) eşkere kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 demjimêrên dawî de 867 kesên din li seranserê Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî pê mirine.
Wezaretê herwiha eşkere kir ku di 24 demjimêran de 1248 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 426505 kesan, ya mirinan bû 7335 kes û heta niha 406408 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin