PeyamaKurd - Tevgera Goranê behsa egera rêkeftina li gel PDKê dike û dibêje YNK rast nîne û bi tu awayî bi rêkeftin û prensîban ve girêdayî namîne.
Endamê Civaka Giştî ya Tevgera Goranê Xelîl Serkanî ragihand: ‘’Em tevgereke siyasî û serbixwe ne û biryara me di dest me de ye. Biryar jî ji organên fermi yên Tevgera Goran tên girtin. Lê heta naha tu biryarek me nedaye û biryar jî bi henekan nayên dayîn.’’
Endamê Civaka Giştî ya Tevgera Goranê behsa rêkeftina berê ya Tevgera Goran û YNKê kir û got: ‘’Dema borî me rêkeftina Dabaşan li gel YNKê pêkanî. Ji bo zêdetir nêzîkbûna YNK û Goranê hatibû kirin. Lê ezmûnan eşkere kir ku ew hêz ne rast e û girêdayî tu curê rêkeftin û prensîban namîne. Ji ber wê jî em ji wan bêhêvî ne.’’
Derbarê wan fişarên ku tên bendewarî kirin ji YNKê ve Xelîl Serkanî got: ‘’Êdî çi maye YNK wek fişar neke? Ew hemû sextekarî kirin, helbijartin netenduristî rêvebirin, ew hemû zulm û têkdana hilbijartinê kirin. Bi hezaran alîgirên me ji feleqê derbas kirin û nanê wan birîn û veguhestin. Bi doçkayê hatin ser binkeyê me yê serekî û wêneyê Newşîrwan Mistefa û peykerê wî gulebaran kirin.’’
Derbarê egera rêkeftina Goran û PDKê de jî got: ‘’Em azad in li gel kî rêbikevin, yan jî rêknekevin. Eger li gel PDKê jî em rêkbikevin di vê rewşê de pêwîste bi belge be û berjewendiya Tevgera me û gel ji bo me ser her tiştî re ye.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin