PeyamaKurd – Artêşa Iraqê di çend rojên dawî de, ji bo derxistina hêzên girêdayî PKKê û hin hêzên din ên bi ser Heşda Şeibî ve ketiye tevgerê û hêzeke mezin li Şingalê hatiye bicihkirin ji bo kontrolkirina wê deverê.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî îro bi biryarekê qeymeqamê bi wekalet ji bo Şingalê destnîşan kir ku ev jî pêngaveke ji bo kontrolkirina Şingalê.
Li demeke ku ev pêngav ji aliyê Iraqê ve têne avêtin, dihat çaverêkirin ku Rêkeftina Şingalê ya sala 2020an ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye girêdan were bicihanîn.
Li ser mijarê parlamentarê PDKê li Parlamentoya Iraqê Macid Xelef Hemo got ku armanca artêşa Iraqê ji bicihkirina hêzên serbazî li Şingalê ne bicihanîna rêkeftina Şingalê ye, ji ber ku ne Tirkiye ne Iraq ne jî Îran, naxwazin PKK ji Şingalê derkeve.
Hemo ku bixwe kurdekî xelkê Şingalê ye ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, her gava di navbera PKK û hikûmeta Iraqê de li Şingalê alozî derdikeve, piştî çend rojan her du alî dicivin û dîsa pêwendiyên wan mîna berê dibin.
Hemo dibêje, “Niha avahiya rêveberiya polîsê Şingalê di destê PKKê de ye û polîsên Iraqê nikarin derbasî wir bibin. Ew hikûmeta ku nekaribe avahiyekê xwe ji destê PKKê derxîne dê çawa bikaribe rêkeftina Şingalê bicîh bîne. Ji ber wê jî bicihkirina wan hêzên serbazî li Şingalê ne ji bo rêkeftina Şingalê ye.”
Pparlementerê kurd diyar kir, xêra PKKê ji bo Tirkiye û Îran û Iraqê pir zêde ye loma ew welatên han naxwazin PKK ji Şingalê derkeve çimkî bi sûda wan kar dike.
Hemo da zanîn, PKK sebeba sereke ya awarebûna xelkê Şingalê ye û piştî DAIŞê PKK bûye mezintirîn metirsî li ser xelkê Şingalê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin