Peyama Netanyahu li ser biryara Den Haagê: Ser berdewam dike!

Peyama Netanyahu li ser biryara Den Haagê: Ser berdewam dike!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê biryara qanûnê ya demkî ya ku ji aliyê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) ve di dosyaya jenosîdê ya li dijî Tel Avîvê de hatibû vekirin de, îdia kir ku "pabendbûna welatê wî bi hiqûqa navneteweyî re bê şik e".

Netanyahu derbarê "biryara tedbîrê" ya ICJ ya Den Haagê ya di doza ku ji aliyê Komara Afrîkaya Başûr ve hatiye vekirin de bi hinceta ku fîlên Îsraîlê yên li Xezzeyê Peymana Qirkirinê binpê kirine, daxuyanî da.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir: “Pabendbûna Îsraîlê ya bi hiqûqa navneteweyî re bê şik e. Herwiha bi heman rengî sozdariya me ya pîroz e ku em parastina welat û gelê xwe berdewam bikin."

"Nerast e ku meriv hinceta jenosîdê li Îsraîlê bike"

Serokwezîrê Îsraîlê ku sûcê "qirkirinê" yê li dijî Îsraîlê red kir, ev daxuyanî da:

“Wekî her welatekî, Îsraîl jî xwedî mafekî xwezayî ye ku xwe biparêze. Her hewildanek ji bo înkarkirina vî mafê bingehîn cudahiyek eşkere ya li dijî dewleta Cihû ye û rast tê red kirin. Hinceta jenosîdê ji bo Îsraîlê ne tenê xelet e, şok e û divê hemû mirovên qenc vê yekê red bikin."

Herwiha Netanyahu diyar kir ku welatê wî dê berdewam be li hember Hemasê berevaniyê li xwe bike û bi hemû hêza xwe rê li ber ziyanên sivîlên Filistînî bigire.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin