Îsraîlê ji behrê dest bi êrîsa li ser Gazzeyê kir!

Îsraîlê ji behrê dest bi êrîsa li ser Gazzeyê kir!

PeyamaKurd – Hate tomarkirin ku botên êrîşê yên hêzên deryayî yên Îsraîlê ji behrê li deverên navendî yên Zîvala Gazzeyê li peravên Deryaya Spî û wargehên li peravên bajarê Xan Yûnisê xistin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, bi dehan roket ji botên êrîşê yên Îsraîlê ber bi herêmên peravê yên bajêr ve hatin avêtin.

Di dema ku balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê bênavber êrîşên esmanî li ser Zîvala Gazzeyê ku yek ji bajarên Deryaya Navîn e berdewam kirin, vê carê deverên navendî yên bajêr û niştecihên li peravên bajarê Xan Yûnisê bûn armanca roketên ku ji behrê hatin avêtin.

Derbarê ziyanên canî, birîndar û ziyanên madî de heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin